Meclisa Jinan ya Şehba pêngava komkirina imzeyan ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bi dawî kir û got ” Kurd, Tirkmen û Ereban ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan imze kirin.”
Meclisa Jinan ya kantona Şehba 8’ê Cotmehê pêngava komkirina imzeyan ji bo piştgiriya pêngava KCK’ê û Tevgera Jinên Kurdistanê ku banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.
Meclisê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêngava komkirina imzeyan bi dawî bûye. Daxuyanî bi ziman kurdî û erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, em jinên Şehba bi tevayiya pêkhateyên xwe û li ser bingehê pêngava KCK`ê bi durişma “Êdî bes e ji tecrîdê û dagîrkeriya faşîst re, dem dema azadiyê ye” û pêngava Tevgera Jinên Kurdistanê ya bi durişma “Parastina jinan, parastina civakê ye” tevlî pêngavê bûn û îro komkirina imzeyan bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bikevin nava tevgerê.






