Roja Çarşemê dewriyeya 36`an ya hevbeş ya polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên dewleta tirkî ya dagîrker li ser sînorê navçeya Dirbêsiyê pêk hat.
Dewriyeyê ji gundê Şêrik yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.
Dewriyeya hevbeş li gundê Delîk, Qinêtre, Til Kidîş, Qirmanî, Xinemiyê, Kerbetlî, Cedîde, Midewer û Xankî geriya û pişt re vegeriya nuqteya destpêkê ya li gundê Şêrik.
Şêniyên gundên navborî, bertekên xwe li dijî dewriyeyan û bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta tirkî yên li dijî navçeya Eyn Îsa û Zirganê nîşan dan. Şêniyên gundên Qirmane û Kerbetlî kevir avêtin dewriyeyê.
Dewriye ji 8 panzerên her du aliyan û du hîlokopterên Rûsya pêk dihat.






