Çeteyên artêşa tirkî ya dagîrker ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagîrkirî 2 ji wan jin 4 sîvîl revandin.
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê revandina sîvîlan ji Efrînê û navçeyên wê didomînin. Çavkaniyekê ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi şev ji navçeya Cindirêsê 2 jin 4 sîvîl revandin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan welatiyên bi navê Mihemed Hec Yusif Behar, Xalîde Şêx, Emîne Ebo û Ehmed Hec Gulîn ji kolana jêrî ya navenda navçeyê revandine.
Çeteyan kesên revandîn ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê berî vê jî bi ser malên gundê Basûfan yê navçeya Şêrawa ku Êzîdî ne girtibûn û gelek kes revandibûn.






