Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) keçeke temenpiçûk radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan ya di Şerê Çekdarî de li kantona Hesekê kir û wê nivîsgeh jî radestî malbata wê bike.
Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerê Çekdarî de, ku aliyek fermî ye ji bo parastin zarokan li herêma Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, armanca wê ew e ku zarokan li gorî pîvanên navneteweyî biparêze.
Li gorî van peyman û pîvanan, Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) keçeke temenpiçûk ya bi navê Sîdra Hisên (16 salî) radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan li kantona Hesekê kir.
Sîdra bi amadebûna Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Xalid Cebir û fermandareke Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dilara Hesekê, hat radestkirin.
Cebir got:” Îro û li gorî peymanên parastina zarokan ji şeran û Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zarokên herêmê dixebite û wan vedigerîne dibistanan, Sîdra Hisên Ismaîl radestî me hat kirin.”






