Li gorî pêşniyara Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Gel ya Hecînê, Meclisa Sîvîl ya Dêrezorê bi biryarnameyekê qedexeya derketinê ya giştî li bajarokê Hecîn yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê derxist.
Li gorî biryarnameya meclisê, qedexeya giştî roja Şemiyê dest pê dike û heta 15`ê vê mehê dewam dike. Li gorî wê, wê cihên giştî, dikanên bazirganiyê û pîşesaziyê, sûk û cihên olî bên girtin û xebatên hemû saziyên sivîl ên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrezorê bên rawestandin.
Navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, dermanxane û saziyên ku pêwîste karê wan berdewam bike, navkevin nava biryarê.
Hêzên Ewlekariya Hundir çavdêriya pêkanîna qedexeyê dikin.
Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel ya Hecînê jî bang li welatiyan kir ku pîvanên giştî yên tenduristiyê û pîvanên dûrbûna civakî pêk bînin û lepik û maskên tenduristiyê bi kar bînin da ku vîrûs di nava wan de belav nebe.
Ji bo peydakirina pêdiviyên rojane yên welatiyan û bi taybetî nan, wê endamên meclisên taxan nan li welatiyan belav bikin da ku qerebalix li pêş firûnan çênebe.






