Li çolistana Sûriyê û sêkoşeya Heleb-Hema-Reqa û Hmsê di şerê çend rojên dayî de, herî kêm 40 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞê hatin kuştin.
Li eniyên sêkoşeya Heleb, Hema, Reqa û li çola Dêrezor û Himsê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de şerekî dijwar derket. Çeteyên DAIŞ`ê ku li wê herêmê êriş, kemîn, teqîn û bûyerên kuştinê dikin, hewl didin ku çalakbûna xwe ya zêde bidomînin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di çend rojên dawî de, 19 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û 20 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê zêdetirî 100 êrişên asmanî pêk anîn.
Li gorî SOHR`ê, ji ber ku rewşa hin birîndaran xeter e û agahiyên din li ser kuştiyan hene, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Ji 24`ê Adara 2019`an û heta niha di êriş û teqînên ku çeteyên DAIŞ`ê li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazor, Reqa û Siweydayê pêk anîne de, hezar û 46 leşkerên hêzên hikumetê hatine kuştin, ku 2 ji wan rûsî ne û 140 jî endamên girêdayî Îranê ne. Di heman demê de 584 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Herwiha di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmên serweriya hikumeta Şamê de 4 sivîlên ku li mêrgên gazê bûn, 11 şivan û jinek hatine kuştin.






