Hêzên dagîrker gundê Muelek, Seyda, Riya M4 û kampa Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin.
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ser du hefteyan re ye êrişî derdora Eyn Îsa dikin. Bi taybetî ev çend roj in gundê Muelek, Seyda, Rêya M4, kampa Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî topbaran dikin.
Li gorî agahiyan heta niha li derdora 150 topî li derdora navçeyê ketine.
Digel ku Rûsya ji agirbestê berpirs e, bêdengiya wê tê wateya ev êriş bi dile wê ye jî.






