Piştî ku dewleta tirkî ya dagîrker di dema dewriyeyên berê de mesafeya ketina erdê Rojava zêde kir, di gel polîsên leşkerî yên Rûsya li gundewarê navçeya Dirbêsiyê riyeke nû vekirin.
Roja Şemiyê hêzên dewleta tirkî ya dagîrker tevî 4 panzêrên Rûsya dîwarê çîmento ji pêşiya dergehê Xerzê yê sînor rakirin û rê ji sînorên Sûriyê-Tirkiyê heta riya giştî ya li nava xaka Rojava vekirin.
Riya nû li gundê Xerzê yê girêdayî navçeya Amûdê (14 km li rojhilatê Dirbêsiyê) ye û tenê 10 metre ji riya giştî ku di herêmê re derbas dibe dûr e. Ew yek bi çavdêriya hejmareke efser û leşkerên dagirkeriya tirkî pêk hat.
Hêjayî bîrxistinê ye ku dergehê gundê Xerzê yê sînor bi destpêkirina peymana Soçî re vekirî bû, lê belê hêzên artêşa tirkî ya dagîrker di dergehê gundê Şêrik yê sînor û carna jî di dergehê El-Erade yê di navbera gundê Qermane û Çetlê yên rojavayê Dirbêsiyê re, derbasî xaka Rojava dibûn.






