Rojnameya Ronahî

Li kampa Girê Spî mazot li koçberan hat belavkirin

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî mazot li koçberên di kampê de belav kir.
Bi kordîneya bi Meclisa Kantona Girê Spî re, rêveberiya kampê ji bo alîkariya koçberên di kampê de, ket nava seferberiyê.
Di vê çarçoveyê de, rêveberiya kampê li malbatên di kampê de tevan mazot belav kir.
Koçberên bi navê Ebdulrezaq El-Omer û Mihemed Îdan spasiya rêveberiya kampê ji ber ku ji wan re mazota sobê pêşkêş kirine û dan zanîn ku rêxistinên navneteweyî soza xwe bi cih neanîn û tenê gotinan dibêjin.
Koçberan çareseriyeke domdar ji êşên xwe re xwestin û piştrast kirin ku nîvî kesên ku li kampê dimînin piştî belavkirina mazotê, nikarin sobeyan bikirin.
Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed Şêx Elî ji rêxistinên mirovî yên di hundirê kampê de kar dikin, xwest ku bi lez sozên ku dane koçberan nexasim alîkariyên zivistanê pêk bînin.
Li kampa koçberên Girê Spî ku 22’yê Cotmeha sala borî hat avakirin, 720 malbat (3 hezar û 531 koçber) dimînin.