Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo çeteyên xwe li bazarê digere

07/12/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Bazirganê çeteyan AKP, piştî bazara Qerebaxê jî lê hat girtin, nuha li weletak/deverek nuh a lê şer derbixe digere.
Her ku deriyek lê tê girtin, dîsa vedigere ser serê gelê kurd û hemû jehra kîn û nefreta xwe li Kurdistanê verdişe. Ew êrîşkariya li ser Rojava û ew hewldana ji bo pêkanîna peymana Şingalê li ber çavan e.
Piştî Libya û Qerebaxê, xwe ji bo Somalî amade dikir. Lê wisa diyar dibe ku Israil û Misrê, rêya vê bazarê lê girtin.
AKP, dixwaze tol û ewêziya binketina li Sûdanê, ji Somalî bistîne. Ji ber ku Somalî xwedî petrol û xaza dewlemend e. Lewma çavê xwe berdaye vêderê û amadekariyên xurt jî kiriye. Li Mogadişuyê, baregehek navendî ya ji bo perwerdeya leşkerî ava kiriye. Ev baregeha Tirka ya herî mezin a li derveyî welat e. Li gel vêna 2.4 mil. Euro, qerdê Somalî yê IMF’eyê jî daye.
Hilbet Misrê jî, bi hevpeymana Deryasor a Misir, Israil û Sûdanê, li dijî vê hewldana Tirka, li bajarê Berenice ya qiraxa Deryasorê, baregehek leşkerî ya li Efriqayê herî mezîn e ava kiriye.
Em bibîr bînin, di meha Cotmehê de, li Deryareş, bi Rusyayê re Tetbiqatek mezin û demdirêj çêkiribûn. Her wiha bi heman armancê li gel Sudanê jî, di Mijdarê de tetbiqata bi navê Qertelên Nîlê çêkiribûn.
Nuha li gor saloxan, li pey pêkanîna senaryoyek hîn mezin û xetertir e. Ji bo Tirkên Uygurê li dijî Çînê bixe nava şer, dest bi amadekariyan kiriye. Tê zanîn, hijmarek mezin ji van kesan, anîbûn Efxanistanê û Rojava-Idlibê, dabûn şerkirin. Wisa diyar e ku li ser daxwaza DYE’yê, ew kesên bi navê Partiya Islamiya Tirkistana Rojhilat -DYE, bi lezgînî ev ji lîsteya teroristiyê derxist(!)- hijmarek mezin, ji Idlibê kişandine Stnenbolê jî.
Dibe ku ew dermanê dijberî(AŞI) Covîd-19’an ku Çîn belaş dide Tirkiyeyê, bi vê mijarê vê girêdayî be. Gûman nîne ku Çîn ji van senaryoyên dijî xwe, ne agandar be. Her wiha dibe ku bazarek xurt li ser vê mijarê, di navbêna Tirka û Çinê de hebe!
Balkêş e, piştî ji listeya terorizmê hate derxistin, serokê vê partiyê Ebû Umer Tirkistanî dibêje, “em ne li dijî DYE û Rojava(Ewrupa) ne, bi tenê em li dijî Çînê ne û hwd.”
Tê gotin ku ev proje ya Trump bû, ka gelo ew ê rêveberiya Biden ê jî, ji vê senaryo û projeyê rê bibêje “erê” ya na?
Ji Dewleta AKP-MHP’ê re, li hemû deryayan, bazar lê teng dibe. Li hewa di çi halî de ye nizanim, lê li erdê û bi taybetî li Kurdistanê jî, berxwedana gel wan tengav dike; û rêveberiya faşîst û dagirker ketiye nava dorpêçê. Ji bo aqûbeta Trump were serê wî jî gelek sedem hene û her pirtir dibin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.