Rojnameya Ronahî

Bihabûna pêdiviyan krîzê kûrtir dike

Jiyan BOZO/Ronahî-Amûdê

Li bakur û rojhilatê Sûriyê piştî destpêkirina Qanûna Qeyser krîza aborî kûrtir bû. Bi krîzê ve girêdayî bihayê pêdiviyan rojane girantir bû. Ev bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike û nerazîbûna wan zêdetir dibe.

“BIHABÛN BANDOREKE MEZIN LI CIVAKÊ DIKE”
Têkîldarî mijarê welatiyê ji bajarê Amûdê Luqman Kêfo wiha axivî: “Ez mirovekî karkir im. Ji bo debara pêdiviyên malê di vê pêvajoyê de pir zehmetiyan dikişînim. Ez û bi sedan kesên weke min ji ber bihabûnê nikarin ji zarokên xwe re goşt bistînin. Weke tê zanîn civaka me ji du çînan pêk tê. Yek pir dewlemend e, ya din jî pir xizan e. bihabûna heyî bandoreke mezin li civakê dike. Derxistina sewalan derveyî welat dihêle ku goşt bihatir bibe. Herwiha saziya çavdêriya bihabûna pêdiviyan pir lawaz dimîne. Ev jî dibe sedem ku her kes li gorî xwe goşt biha bike. Banga min ji rêveberiyê re heye; divê li ser bihabûna pêdiviyên jiyanê baş bisikine.”

“BILA SEWALÊN ME DERNEKEVIN DERVEYÎ WELATÊ ME”
Dikandar Kawa Horê yê 41 salî jî wiha diyar kir: “Ev 25 sal in ez vî karî dikim. Ji bavê xwe fêrî vî karî bûm. Min ji vî karî hes nedikir, lê ji bo debara mala xwe vî karî dikim. Eger em îsal û salên borî bidin ber hev, ji hev pir cuda ne. Niha kar zêde ye lê pir bêfayde ye. Mirov ji karkirinê sar dibe. Çimkî her roj bihayê pêdiviyan bilind dibe. Herwiha goştê niha weke yê berê ne paqij e. Berê mirovên me ji Lubnan û Şamê dihatin goşt dibirin. Goştê Amûdê pir binavûdeng bû, lê mixabin niha hin kes sewalên nexweş jî ser jê dikin û bi bihayeyê goştê baş difiroşin. Ji ber bihabûnê hema hema min dikana xwe girtiye û niha goştê mirîşkan qet dikim û cuda cuda difiroşim. Kîloyeke goşt bi 14 hezaran e, her kes nikare bikire. Ev zerarê dide dikandar û welatiyan tevan. Banga min ji rêveberiya xweser re heye, bila nehêlin sewalên me zêde dernekevin deveyî welatê me.”