Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Belçîka wê ji bo darizandina DAIŞ’iyan destekê bide’

07/12/2020
in ROJEV
A A
‘Belçîka wê ji bo darizandina DAIŞ’iyan destekê bide’
Share on FacebookShare on Twitter

Şandeya Belçîka û MSD’ê rewşa herêmê, aloziya Sûriyê û rêbazên çareserkirinê projeya Rêveberiya Xweser, dosyayên DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan nîqaş kirin. Cîhad Umer got, “Şandeyê diyar kir ku amade ne ji aliyê siyasî ve, di warê dosyaya darizandina DAIŞ û malbatên çeteyan de alîkariya herêmê bikin.”
Şandeya Belçîkayê ya ji endamên Parlamentoya Federal ya Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus ya piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbanên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê li bajarê Qamişloyê bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiya.
Ji aliyê MSD’ê ve Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Hikmet Hebîb û hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Omer û endama Meclisa Serokatî ya MSD’ê Îlham Metlî amade bûn.
Her du aliyan, mijarên girêdayî aloziya Sûriyê û rêbazên çareserkirin, nûnertiya Rêveberiya Xweser di paşroja herêmê de, dosyaya DAIŞ’yên girtî û malbatên wan, mekanîzmeya piştgiriya herêmê û rêbazên tevkeriya her du aliyan di paşrojê de nîqaş kirin.
Têkildarî nîqaşên ku di civînê de hevserokê Bûroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Umer ji ANHA re axivî. Umer got, “Me çalakî û xebatên MSD’ê yên li herêmê, bi taybet komxebatên ku pêk anîne û Kongreya Niştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê, armanc û sedemên wê ji şandeyê re şîrove kirin.”
Omer herwiha diyar kir ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî, mekanîzmeya çareseriyê ya ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike, mijara Cinêv û asta bandora wê li herêmê kirin hatin nîqaşkirin û got, “Şandeyê ji aliyê xwe ve got ku ew amade ye ji aliyê siyasî ve, dosyaya darizandina DAIŞ û malbatên çeteyan alîkariya herêmê bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.