Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa tirkî li gundewarê rojavayê navçeya Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Dewriyeya 34`an li gundewarê Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi rê ve çû. Panzêrên artêşa tirkî derbasî xaka Sûriyê bûn û ji gundê Şêrikê ku 13 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir.
Dewriye ber bi gundê Kesra yê Zirganê ve çû û ji 4 panzêrên her du aliyan û du helîkopterên Rûsya pêk dihat.
Paşê dewriye vegeriya nuqteya destpêk ku ew jî gundê Şêrikê û derbasî xaka Tirkiyê bû.





