Li kantona Şehba mayînek ji bermayiyên çeteyên DAIŞ`ê bi zarokekî koçber de teqiya. Di encamê de zarok mir.
Nûçegihanê ANHA ji herêmê ragihand ku dema zarokê bi navê Mihemed Kurdî Îbrahîm (6) li nava zeviyên zeytûnan li navçeya Fafînê dilîst, mayînek ji bermayiyên çeteyên DAIŞ`ê pê de teqiya.
Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû û pişt re jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Îbrahîm ji bajarokê Qibêsîn yê girêdayî herêma Babê ya dagîrkirî ye û malbata wî koçberî navçeya Fafîn ya kantona Şehbayê bûye.






