Duduyê mehê 2 zarokên ji Kobanê ji ber şewata di mala wan de derketî jiyana xwe ji dest dan.
Roja duduyê mehê serê sibê ji ber sobeyê şewat di mala zarokên bi navê Dawûd Mistefa Dawûd (2) û xwîşka wî Gulê (4) de derket. Di şewatê de her du zarokan jiyana xwe ji dest da.
Tevî ku welatiyan bilez destwerdan kir jî, nikarîn zarokan rizgar bikin.






