Çavkaniyeke pêbawer diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker nêzî 90 hezar tonî zeyta zeytûnan ya kantona Efrînê ya dagîrkirî diziye û firotiye Amerîka û welatên Ewropa.
Çavkaniyeke ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagîrkirî eşkere kir ku artêşa tirkî ya dagîrker dest daniye ser kargeha guvaştina zeytûnan ya “Ebdîn Erebo” ya li ser rojhilatê navçeya Cindirêsê.
Heman çavkaniyê diyar kir ku artêşa dagşîrker tenekeyên zeyta dizî li wê kargehê depo dike û di dergehê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re derbasî Tirkiyû û pişt re Ewropa û Amerîka dike.
Li gorî raporên ne fermî, dewleta tirkî ya dagîrker nêzî 90 hezar tonî zeyta zeyûtnên kantona Efrînê diziye.
Berî demekê, di raporeke tora “The Daily Beast” ya amerîkî de hatibû diyarkirin ku artêşa zeyta zeytûnan ji Efrînê bi qaçaxî derbasî Ewropa û Emerîka dike.
Berî çend rojan jî, çalakvanên medya civakî dîmenek belav kirin ku tê de bi hezaran tenekeyên zeytê li kargeha “Ebdîn Erebo” hatin komkirin da derbasî Tirkiyê bikin.






