
Êrişên rojane li dijî gundên li hemberî herêmên Sûriyê yên dewleta tirkî li bakur û rojavayê Minbicê dagîr kirîn, dewam dikin û sîvîlên li wan gundan her tim di xeterê de ne.
Di topbarana dewleta tirkî ya dagîrker ya rojane li ser gundên li bakur û rojavayê Minbicê de mal û milkên sîvîlan tên wêrankirin û jiyana sivîlan di xeterê de ye.
Gelek gundên ser herêmên dewleta tirkî li bakurê Minbicê dagîr kirîn û yên dikevin keviya başûrê çemê Sacorê ji aliyê dewleta tirkî ve her tim tên topbarankirin. Dewleta ti

rkî ya dagîrker ji baregehên xwe yên li herêmên dagîrkirî êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê dike.
Şervanê bi navê Elî Yûsiv yê girêdayî hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê got, dewleta tirkî ya dagîrker rojane bi çekên navî û giran herêmên me topbaran dike. Lê gundên rojavayê Minbicê girêdayî Babê ne. Lêbelê meclisê di dema êrişan de ew gund parastin û nehişt dewleta tirkî derbas bibe.
Yûsiv li gundê Qurtwêran yê 4 km nêzî bajarokê Erîma yê rojavayê Minbicê da zanîn ku dewleta tirkî ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ku 400 metir dûr e topan diavêje.
Yûsiv bîr xist ku sîvîl dibin goriyên topbaranê. Di topbaranên bênavber de gelek mal wêran dibin û got, dewleta tirkî ya dagîrker bi şev êriş dike, da sîvîlan bitirsîne.
Girêdayî mijarê, şervan Mistefa Xelef ji nuqteyeke Meclisa Leşkerî ya Babê ya li gundê Qurtwêranê got, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê gundên nêzî eniyên şer rojane topbaran dike.






