SOHR’ê ragihand ku di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê yê li çolistana Sûriyê de, 33 endamên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li deverên cuda ji çolistana Sûriyê, bi taybet li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqa û çolistana rojhilatê Himsê çalakiyên domdar yên çeteyên DAIŞ’ê hene
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), di şerê rojên dawî de 19 endamên hêzên hikumeta Şamê û 14 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku ji ber giranbûna rewşa hin birîndaran, dibe ku jimara kuştiyan zêde bibe.





