Polîsên leşkerî yên Rûsya, bi artêşa tirkî ya dagîrker re li rojhilatê bajarê Kobanê yê li bakurê Sûriyê dest bi dewriyeyekê kir.
Dewriyeya ku ji 8 panzêrên ji her du aliyan pêk dihat, li ser sînorê Sûriyê li gundewarê rojhilatê Kobanê dest pê kir.
Dewriye li gundên nêzî sînor geriya û pişt re vegeriya cihê jê dest pê kirî.
Di demekê de ku dewriye di çarçoveya peymana Soçî de tên meşandin, artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê rojane peymanê binpê dike û gundewarê Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û Minbicê bi awayekî domdar topbaran dike. Berî çend rojan jî di gel çeteyên xe derengê şevê, êrişî Eyn Îsa kirin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiv dan û êriş şkandin.





