Çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker li Efrînê dest danîn ser darên zeytûnan yên welatiyan û kabloyên kehrebeyê qut kirin û firotin.
Çeteyên bi navê “Feyleq El-Şam” yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker, li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê, dest danîn ser tevayiya darên zeytûnan yên sîvîlên hatîn koçberkirin.
Çeteyan, bi hinceta ku bavê wî li herêmên Rêveberiya Xweser e dest danîn ser zeytûnên welatiyê bi navê Seydo Hesen.
Li aliyekî din çeteyên li gundê Meydankê kabloyên kerhebeyê qut kirin û firotin.





