Li herêma Ezazê û navçeya Reco ya Efrînê ya dagîrkirî welatî li dijî dagîrkerî û “Itîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê” rabûn.
Li herêma Ezazê ya dewleta tirkî û çeteyên wê dagîr kirîn, welatî li dijî biryara vekirina bûroyên “Itîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê” ya girêdayî Tirkiyê rabûn.
Şêniyên herêma Ezazê dijî biryara vekirina bûroyên “Itîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê” ya girêdayî Tirkiyê xwepêşandane li dar xistin. Welatiyan pankartên li dijî itîlafê vekirin û banga derxistina wan ji herêmê kirin.
Li navçeya Reco ya kantona Efrînê ya dagîrkirî jî welatî li dijî artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê rabûn.
Li herêmên dagîrkirî alozî, nebûna ewleyiyê, herwiha kuştin, revandin û talankirina malê sîvîlan didomin.





