QSD`ê bi navcîtiya Rûsya rê da dagîrkeran ku cenzeyên kuştiyên xwe ji gundê Mielek yê bakurê Eyn Îsa bibin.
Berî çend rojan hêzên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişî gundê Mielek yê bakurê navçeya Eyn Îsa, derdorê navenda navçeyê, kampa Eyn Îsa û riya M4 kirin.
Li ser êrişê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Şervanên QSD`ê çete û leşkerên Tirk dorpêç kirin. Di şerê li gundê Mielek yê li bakurê Eyn Îsa de 18 çete û leşkerên dagîrkeriya Tirk hatin kuştin.
Cenazeyên çeteyan û leşkerên Tirk yên hatîn kuştin ku di destê şervanên QSD`ê de bûn, bi navcîtiya Rûsya radestî dewleta tirkî ya dagîrker hatin kirin.





