Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di operasyona YAT’ê ya roja Pêncşemê li rojevayê herêma Hesekê dest pê kirî de 4 endamên şaneyên veşartî hatine girtin.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de encamên operasyona Yekîneyên Antî Teror (YAT) ya roja Pêncşemê ya li rojavayê bajarê Hesekê eşkere kir û ev agahî hatin parvekirin:
“Roja 19’ê Mijdarê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li rojavayê herêma Hesekê operasyonek li dar xistin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin girtin. Kesên hatîn girtin jî ev in:
Hatem Salih El Kreis (endamê şaneyeke veşartî ya rejima Sûriyê ye û têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye)
Ehmed Mihemed El Kreis (endamê şaneyeke veşartî ya rejima Sûriyê ye)
Uday Salih El Kreis
Samî Mihemed El Kreis
Herwiha di vê operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîkî jî hatine desteserkirin.”





