QSD’ê li gundewarê Dêrezorê 5 çete girtin û gelek cebilxane û alavên teknîkî jî desteser kirin.
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) weşandîn, yekîneyên taybet bi hevkariya hêzên Koalisyona Navneteweyî li herêma El-Herce û El-Ezba yên li gundewarê Dêrezorê du operasyonên hevbeş kirine.
Navenda ragihandinê diyar kir ku di her du operasyonan de 5 çete hatin girtin û gelek cebilxane û alavên teknîkî jî hatine desteserkirin.
Lê QSD`ê têkildarî nasnameyên çeteyên hatîn girtin û ka girêdayî kîjan alî ne, agahî belav nekirine.





