QSD`ê du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê li navçeya Til Hemîs ya başûrê Qamişlo girtin.
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê belav kirîn, hêzên QSD`ê û bi operasyoneke hevbeş bi Kooalisyona Navneteweyî re, du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê da zanîn ku operasyon li herêma Til Hemîs ya başûrê kantona Qamişlo pêk hatiye û bi çeteyên hatîn girtin re, cebilxane û madeyên teqemeniyê jî hatine desteserkirin.





