Roja Çarşemê li ser riya gundê Mezra Banî û Mezra Xwarê yên herêma Berava Dêrikê 2 sîvîl bi guleyên artêşa tirkî ya dagîrker birîndar bûn.
Artêşa tirkî ya dagîrker gule li du welatiyên ji gundê Mezra Banî û Mezra Xwarê barandin. Hat zanîn ku her du kes diçûn ser zeviyên xwe.
Her du sîvîlên birîndar yên bi navê Hîmen Heysem Elî yê ji Mezra Xwarê û Şivan Botî yê ji gundê Mezra Banî birin nexweşxaneyê.
Li gorî bijîşkan, Şivan Botî ji lingê xwe bi guleya sekvanên tirk birîndar bûye. Ji ber guleyê ra qut bûne û lingê wî şkestiye.
Mîna van bûyerên sekvaniyê û berandina guleyan ji hêla artêşa tirkî ya dagîrker ve, êrişên ser cotkar û welatiyên herêmên sînor didomin.





