Li bajarê Efrînê yê dagîrkirî bûyerên revandinê dewam dikin. Çeteya bi navê El-Hemzet ya girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker ji navçeya Bilbilê 5 sîvîl revandin.
Çavkaniyekê ji navçeya Bilbilê ji ajansa nûçeyan Hawar re diyar kiriye ku çeteya bi navê El-Hemzet ji gundê Bêkê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê yaa dagîrkirî, 5 sîvîl revandine.
Çavkaniyê diyar kiriye ku çeteya bi navê El-Hemzet 12’ê Mijdarê Îbrahîm Mihemed Miho (28), Xêr El-Dîn Mihemed Şêxmûs (31), Mihemed Derwêş (70), Ehmed Mihemed Şêxmûs (20 ) û Şiyar Mihemed Şêxmûs (28) revandine.
Het niha çarenûsa kesên hatîn revandin ne diyar e.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêka dagîrkirina bajarê Efrînê ve (2018) çeteyên Tirkiyê kiryarên li dijî sîvîlan (kuştin, revandin) didomînin.





