Rojnameya Ronahî

Medyaya Rûsya: Li Til Temir 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hat ragihandin ku li derdora navçeya Til Temir di encama teqîna mayînekê de 2 leşkerên dewleta tirkî ya dagîrker hatine kuştin.

Li gorî nûçeya RT ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên leşkerî, 2 leşkerên dewleta tirkî ya dagîrker di encama teqîna mayînekê li derdora navçeya Til Temir de hatine kuştin.

Çavkaniyan da zanîn ku leşkerên dagîrkeriyê dema mayîn diçandin, hatine kuştin.