Ermenên Qerebaxê berî ku herêm radestî Azerbeycanê bê kirin û ber bi Ermenistanê ve birevin, malên xwe şewitandin û gorên xizmên xwe jî veguhestin.
Li gorî peymana agirbestê ya di navbera Êrîvan û Bakû ya li Moskowayê de hatî morkirin, deverên berfireh yên ku ji destpêka 1990’an ve di binê kontrola Ermenistanê de ne radestî Azerbeycanê tên kirin.
Şeva radestkirinê, şêniyên gundên Ermen berî ku ber bi Ermenistanê ve birevin malên xwe dişewitînin.
Leşkerek ji gundê Karkhtar yê navçeya Kalbajar ku wê radestî Bakû were kirin got, “Îro roja me ya dawî ye li vir, sibe wê leşkerên Azerbeycanê werin.”
Li gorî AFP’ê ev gund tenê ku li ser sînorê herêma Martakert dikeve wê di binê kontrola Ermenan de bimîne. Roja Şemiyê herî kêm 60 mal hatin şewitandin.
Xwediyê malekê got, “Ev mala min e, ez ji Tirkan re nahêlim. Em li bendê bûn ku mijarê bi dawî bikin, lê dema dest bi vekirina stasyona hîdroelektrîkê kir, me fêm kir. Her kes wê îro mala xwe bişewitîne (…) Heta nîvê şevê muhlet dane me ji bo em derkevin. Me gorên xizmên xwe jî veguhestin. Lewre wê azerî xerab bikin, ev nayê tehemûlkirin.”





