HRE li ser çalakiyên hêzên wê yên li dijî çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker li Efrînê daxuyaniyek da û ragihand ku di çalakiyan de 5 çete hatine kuştin, 11 çete jî birîndar bûne.
Li hemberî kiryarên dermirovî yên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê, çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, HRE daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên Cebha Şamiyê yên girêdayî artêşa tirkî ya dagîrker, çalakî kirine. Di çalakiyan de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Di daxuyaniya HRE de hat diyarkirin ku hêzên wan li hemberî çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke sabotajê kirine. Di çalakiyê de de 2 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne. Herwiha wesaiteke çeteyan jî hatiye derbkirin.
HRE di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku 8`ê Mijdarê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hêzên wan li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din ya sabotajê kirine. Di çalakiyê de 3 çete hatine kuştin, 7 çete jî brîndar bûne.
HRE diyar kir ku di her du çalakiyên hêzên wan de 5 çete hatine kuştin, 11 çete jî birîndar bûne.
HRE di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku wê çalakiyên tolhildanê li dijî dagîrkeran, dewam bikin.





