Piştî birîna darên zeytûnan û talankirina berhemên şêniyên Efrînê, çeteyên artêşa tirkî ya dagîrker ji bo rewakirina talankirina berhemên sîvîlan bi navê “zekatê” rêbazeke nû bi kar tînin.
“Desteya Giştî ya Zekatê” ya girêdayî artêşa tirkî ya dagîrker li Efrînê biryareke nû derxist û li gorî biryarê bi navê zekatê li ser xwediyên berhem û erdên zeytûnan ferz e ku ji sedî 5 ji berhemên xwe bidin dagîrkeran.
Ev biryar rêbazeke nû ya çeteyên artêşa tirk ya dagîrker e ji bo talankirina berhemên şêniyan.
Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê gelek berhemên zeytûnan û zeytê yên Efrînê talan kirin û birin Tirkiyê û li wir jî firotin welatên Ewropa.





