Welatiyê bi navê Luqman Yûsiv yê ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê di girtîgeha artêşa Tirk ya dagîrker de bi işkenceyê hat kuştin.
Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, welatiyê bi navê Luqman Yûsiv ji gundê Turmişa yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye û bi işkenceya artêşa Tirk ya dagîrker û çeteyên wê hat kuştin.
Hat zanîn ku cenazeyê Luqman Yûsiv li goristana gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê hatiye veşartin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Çavkaniyên ji navçeya Reco jî diyar kirin ku çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî ” yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker 6’ê Mijdarê welatiyê bi navê Mistefa Golîn Elo ji gundê Dîkê yê girêdayî navçeya Reco ya kantona Efrînê revandin.
Li gorî heman çavkaniyan çarenûsa Elo ne diyar e.
Li aliye din çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê Nixba yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker, 4 sîvîl ji gundê Emara yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.
Li gorî çavkaniyan navên kesên hatîn revandin ev in: Alî Mistefa, Hanan Mistefa, Mistefa Hanif û Henîf Îbrahim.





