“Xwesteka betalkirina pergala hevserokatiyê li saziyên rêveberiyê bi hedefa vegera li rejima destpotiyê ya berî 2011’an û pêkanîna hedefên dewletên kapîtalîst yên dîktator e.”
Cîgira Serokatiya Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîm li ser daxwaziya ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê li saziyên Rêveberiya Xweser yên bakur û rojhilatê Sûriyê digel betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî, axivî.
Rûken Mela Îbrahîm wiha got: “Ji destpêka ragihandina şoreşê ve li Rojava, şoreş bi navê “Şoreşa Jinê” hat binavkirin. Lewre rola jinan ya aktîf di damezrandina Rêveberiya Xweser de hebû, nexasim di rêveberiyên li herêma Cizîr, Efrîn û Kobanê yên 2014’an.”
Rûken Mela Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: “Jinan roleke aktîf lîst û beşdariya wan di rêxistina civak û tevayiya astan de ji sedî 50’î ye. Eger jinan bi sedan qurban nedabûna û têkoşîn nekiribûna nedigihîşt vê pêvajoyê û niha bi hezaran têkoşer hene.”
Rûken Mela Îbrahîm di axaftina xwe de şehîd Hevrîn Xelef ku parastina azadî û fikrê jinan dikir, şehîd Arîn Mîrkan, Yadê Eqîde û hwd yên ji bo bidestxistina azadiya jinan canê xwe dayîn, bîr anîn.
Rûken Mela Îbrahîm da zanîn ku pergala hevserokatiyê ji valayiyê nehatiye, bi keda berxwedana jinan û têkoşînê hatiye û êdî bûye modelek ku cîhan tev pê keyfxweş e.
Rûken Mela Îbrahîm bi navê Desteya Jinan û jinên têkoşer daxwaziya ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê şermezar kir û wiha got: “Em bi ti awayî alîgiriya van xwestekan nakin. Lewre ev pergal ji valayiyê nehatiye, berhema têkoşîn û cangoriyan e.”
Cîgira Serokatiya Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser Rûken Mela Îbrahîm got, eger jin beşdarî pergala siyasî, leşkerî û rêveberiyê nebe, pergal kêm e û bang li jinan kir ku li dijî van xwestekan rabin û wiha axivî: “Emê têkoşînê bidomînin, parastina mafên jinan bikin û ji bo standina mafên jinan li ber xwe bidin.
Rûken Mela Îbrahîm di dawiyê de got, ev xwestek pêkanîna hedefên dewletên kapîtalîst û dîktator e, nexasim hedefa dewleta tirkî ya dagîrker. Lewre dewleta tirkî hêza xwe tevê ji bo têkbirina berxwedana jinan bi kar tîne.