Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi yekîtiya jinan em ê dawî li tundiyê bînin’

19/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi yekîtiya jinan em ê dawî li tundiyê bînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Rêxistina Sara Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Delal Osman diyar kir ku bi bilindbûna asta berxwedana jinan şidet û işkence jî li ser jinê zêde dibe û wiha got, “Bi yekîtiya jinan em ê dawî li tundiyê bînin.”

Bi sedê salan e ku tundiya baviksalarî derketiye meydanê. Her roj bi sedan jin li her çar perçeyê Kurdistanê ji hêla mêr ve têne kuştin. Her deqe jî tacîz û tecawîz li ser jinê dibe. Her kêlî tundî li ser bi hezaran jinan dibe. Hişmendiya mitînger û baviksalara heyî ku jinê dike milk, ev hişmendî bi rengê pergala gerdûnî xwe birêxistin kiriye.

Cûreyên şîdeta li ser jin ê

Gelek cûreyên şîdeta li ser jinan hene. Şîdeta fîzîkî, fikrî, zayendî û derûnî. Herwiha ev cûreyên şîdetê rojan e ji aliyê hişmendiya desthiladar ya zilam ve li ser jinê tê kirin. Tevî ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û jin pêşengî jê re dike, lê tundiya heyî ya li ser jinan bidawî nebûye û hîn jî berdewam e.

Tundiya li ser jinan berdewam e

Tevî ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin xwedî ewqas destkeftî ne. Cihê xwe di nava hemû qadên jiyanî de girtiye û heta astekê azadiya xwe bidest xistiy e, lê hîn jî, ji aliyê malbat û civakê ve rastî zordestî û zihniyeta mêr tên. Gelek jin ji ber zora civakî, zêdebûna pirsgirêkan, rewşa xizanî, berdan, zewicndina temenbiçûk û bêserûberiya malbatê xwe dikujin. Herwiha ji ber van pirsgirêkan nexweşî û aloziyên derûnî derdikevin. Di heman demê de ji aliyê civak û kesên desthilatdar ve tundiya li ser jinê berdewam e. Bi taybet di nava pêkhateyên ereb de tundiya li ser jinan zêde ye, ji ber ku mêr hizirên desthilatdar li hemberî jinê dide meşandin.

Komele û Navendên dijî tundiya li ser jinan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek saziyên jinan hene, da ku pêşî li tundiya li ser jinê bigirin, wek; Mala Jinê, Weqfa Jinan û Komeleya Sara a Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ne.

Komeleya Sara  

Komeleya Sara a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di sala 2013’an de li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Komeleya Sara ji destpêka damezrandinê ve û heta niha li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dike, herwiha ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî de gelek kar û xebat kirin e. Di heman çarçoveyê de bi awayekî aktîv semîner û çalakiyan li dar dixe.

Mala jin

Di sala 2011`an de yekemîn mala jinan li bajarê Qamişlo hat vekirin, herwiha piştî wê malên jin li bajar û bajarokên mezin jî hatin vekirin. Mala Jin di destpêka şoreşa Rojava de, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê hat vekirin. Giringî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest biparêze.

Weqfa Jina Azad

Di Îlona 2014`an de bi dirûşmeya ‘Jina Azad Bingeha Civaka Azad e’ Weqfa Jina Azad li Rojava hat damezrandin. Armanca damezrandina wê  ew e ku pirsgirêkên civakî li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bên çareserkirin û civak di hemû warên jiyanî de bê pêşxistin. Piştî pêşketina mezin di seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk anî û ji bo ku bigihîjin hemû jinên herêmê, di konferansa 2021`ê de biryar dan ku navê xwe biguherînin û bikin “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê.

Derbarê şidet û îşkenceya ku li ser jinê tê meşandin, endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê Delal Osman ji rojnameya me re axivî.

Delal Osman diyar kir ku şidet û îşkenceya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj destdirêjî, kuştin, işkencekirin û hemû cûreyên tundiyê li ser jinan tê meşandin û zêde dibin, sedema serek ji zêdekirina van tundiyan ew e ku jin îro roj bûne pêşeng û xwedî hêzeke xurt, lewra zihniyeta kesên desthilatdar vê yekê nepijirîne û destdirêjiyê li ser jinan dide meşandin. Bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî ewqas destkeftî ne, beşdarî qadên jiyanê dibin û maf û azadiya xwe bi dest dixin, lê hîn jî rûbirûyî zordestiyê ji hêla malbat û civakê tên.”

‘Serjimariya dozên jinan di sala 2024`an de’

Delal Osman sejimariya dozên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sala 2024`an de wiha da eşkerekirin: “Ji 1 Çileya 2024`an û heta 1 Gulana 2024`an 46 jin rastî destdirêjiyê hatine, 33 jin hewldanên xwekuştinê kirin, 3 jin rastî gefan hatine, 2 hatin berdan, jinek bi hinceta namûsê hate kuştin, xwekuştina jinekê, keçek temenbiçûk hat zewcandin, pirzewacî 2, jinên rastî pirsgirêkên malbatî hatine 4, jinên reviyan e 6, yek jin hat şewtandin, 5 jin rastî pirsgirêkên zewacê hatin, yek jin hatiye kuştin, 4 jin jî mijarê wan tên şopandin.”

‘Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye’

Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Delal Osman axaftina xwe wiha qedand: ” Tekoşîna jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Herwiha ji bo jin rastî tundiyê neyên divê em bibin yek û têbikoşin. Heta jin rizgar nebe wê civak jî rizgar nebe. Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye û armanca wê ew e ku di civakê de wekehevî û demokrasî pêş bikeve, rê li ber tundiya li dijî jinê bê girtin. Lewra pêwîste jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li tundiyê bînin û ev yek jî bi riya yekîtiya jinan wê pêk were.”

Post Views: 169
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.