Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, 30 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Rûsya kirin.
Li ser banga domdar ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ya vegerandina welatiyên xwe yên ku di nava DAIŞ’ê de bûn û di girtîgehên QSD’ê û kampan de ne, 30 zarok radestî Federasyona Rûsya ya ji bo Mafên Zarokan hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de civîneke ji çapemeniyê re girtî di navbera Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer û cîgira seroka Desteya Jinan ya Herêma Cizîrê Derya Remedan, alîkarên Serokê Federasyona Rûsyayê ya ji bo Mafên Zarokan Larisa Nikolaevina û Helena Alexandrovna de pêk hat.
Di civînê de her du aliyan belgeya radestkirin û girtinê imze kir.