Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe ya 2. li dar xist û ji 24 endaman meclisa nû hilbijart.
Bi durişma “Emê teqez bi ser bikevin, dem dema azadiyê ye”, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li hola Mîtan ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist. 500 delegeyên tevgerê, 50 mêvan ji Meclisa Malbatên Şehîdan, komîn û meclis, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Yekîtiya Werzişê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.
Hola konferansa bê wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê û Yekçtiya Jinên Ciwan û pankartên “Emê teqez bi ser bikevin” û “Tolhildan sonda me ye” hatibû xemilandin.
Piştî rêzgirtinê endama rêveber ya Meclisa Kantona Efrînê, Newroz Efrîn konferans li ciwanan pîroz kir û rewşa siyasî nirxand.
Newroz Efrîn bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên ser çiyayên Kurdistanê, Şingal û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku dewleta tirkî bi şaneyên xwe yên veşartî êrişî herêmê dike da ku tevliheviyê derxe û projeya neteweya demokratîk ya ku li pêşberî siyaseta Erdogan dibe bend têk bibe.
Endamê tevgerê Nacî Selama jî rêziknameya tevgerê xwend. Li gorî nêrînên beşdaran guhertin hatin kirin û di dawiyê de hat erêkirin.
Pişt re 22 endamên meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê ya herêma Efrînê hatin hilbijartin û Ciwan Hiso û Zelal Ebdo bûn hevserok.
Konferans bi gerlandina xelekên govendê bi dawî bû.





