Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Xidir El-Sultan ku li ser erkê xwe şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan ya Şedadê veşartin.
Piştî girtina cenaze ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê bi karwanekî ji wesaitan berê xwe dan Goristana Şehîdan ya Şedadê.
Di merasima li goristanê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Şedadê Nacî Necûm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Em ji mirinê natirisin, lê em ditirsin ku gelê me di binê zilma dijminan de bijî. Em ji bo azadî û rûmetê şer dikin.”
Pişt re, bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê axivî û da zanîn ku wê hêzên wan parastina gelê xwe bidomînin û heta rizgarkirina herêman ji artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, wê li ber xwe bidin.
Piştî axaftinan, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm wesîqeya şehîd Xidir El-Sultan xwend û radestî malbata wî kir.
Di dawiya merasimê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de hat veşartin.





