QSD`ê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê girt. Li gorî agahiyan vê şaneyê li herêmê gelek çalakiyên kuştinê kirine.
Roja yekşemê serê sibê, şervanên QSD`ê li aliyê başûr û rojavayê bajarokê El-Busereya yê rojhilatê bajarê Dêrezorê operasyonek li dar xistin û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê ku bi awayê şaneyekê kar dikir, girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên QSD’ê hatîn girtin, şaneya hatî girtin bi sekvaniyê mirov kuştine, êrişî welatiyê herêmê kirine û êrişên bi motorsiklêtan kirine.
Li gorî agahiyên dawî yên fermandarên QSD’ê ragihandîn, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê tevgera şaneyên DAIŞ’ê, herwiha şaneyên girêdayî istixbarata hikumeta Şamê û yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker, zêde bûye.





