Artêşa tirkî ya dagîrker bi dirêjayiya 8 km. di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dest bi lêkirina dîwar kir.
Careke din artêşa tirkî ya dagîrker li ser xeta sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dîwarekî ji çîmento çêdike.
Berî çend rojan, ji qereqola li gundê Sofî Salim û gundê Basron yên bakurê Kurdistanê yên li hemberî gundê Xerab Reşkê Beravê yê girêdayî herêma Dêrikê û heta gundê Rihaniyê yê bakurê Kurdistanê yê li hemberî gundê Zehriyê yê herêma Beravê ya Dêrikê bi dirêjayiya 8 km. dest bi lêkirina dîwar hatibû kirin.
Ev ji bo temamkirina dîwarê ku artêşa tirkî ya dagîrker di navbera bakur û rojhilatê Sûriyê û bakurê Kurdistanê de lê dike, pêk tê. Artêşa tirkî ya dagîrker sala 2016`an dest bi lêkirina dîwar kiribû. Dîwarê bi dirêjayiya 688 km. ku dewleta tirkî ya dagîrker lê dike, dîwarê 3. yê herî dirêj li cîhanê ye.





