Ji bo bidawîbûna aloziya piştî şandina çekdarên PDKê herêma Garê, ji bo aştiyeke navxweyî siyasetvan û rewşenbîrên kurdistanî yên li gelek welatên cîhanê dest bi kampanya imzeyan kirin.
Piştî çûna hêzên PDK’ê ya Herêmên Parastinê yên Medya, siyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanî ketin tevgerê. Bi sedan kesên di binê organîzasyona Insiyatîfa Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya li derveyî welat xwe bi rêxistin kiriye dest bi kampanya imzeyan kirin. Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê 1300 kesî kampanya imze kiriye.
Di daxuyaniya insiyatîfê de ev xal derketin pêş: “Fikarên me ji şandina çekdaran ya rojên dawî ji Hewlêrê ber bi herêma Garê ve hene. Tevî bangên siyasetmedarên Kurd ji bo bidawîanîna vê aloziyê em kurdistaniyên derveyî welat, daxwaziyê dikin ku demildest dawî li vî agirê ku wê mala her kesî bişewitîne bînin. Lewre ev alozî ne aloziya navbera aliyan e. Em bang li her kesî dikin ku bi durişma ‘Şerê navxweyî wê karesat, aştiya navxweyî jî aştiyê bîne’ bikevin tevgerê.”





