Çavkaniyekê ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê malbatek ji 3 kesan ya li rojavayê navçeya Til Temir revand.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” li herêmên di binê dagîrkeriyê wan de li dijî sîvîlan sûcên şer dikin.
Çavkaniyan ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker berî çend rojan malbateke ji 3 kesan ji gundê Lîlan yê rojavayê navçeya Til Temir li nêzî riya M4 revand.
Çavkaniyan diyar kir ku hêzên dewleta tirkî serê sibehê bi ser gund de girtin û malbata ku ji mêr, jin û zarokekî pêk tê, revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.





