Çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker bi sûcdariya ku bi zimanê kurdî dinivîse, li Efrînê sîvîlekî û hevjîna wî revandin. Çeteyan piştî çend saetan hevjîna wî berda.
Li gorî agahiyên ji Efrîna dagîrkirî hatîn bidestxistin, çeteyên Ehrar El-Şam yên dewleta tirkî ya dagîrker welatiyekî Kurd yê bi navê Îsmaîl Hemo (38) yê ji gundê Çobana yê ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê ve, revandin.
Li gorî agahiyan, Hemo bi sûcdariya nivîsa bi zimanê kurdî hatiye revandin.
Dewleta tirkî ya dagîrker li herêmên dagîrkirî siyaseta tirkkirinê û guhertina demografiyê pêk tîne.
Çeteyan her wiha hevjîna Ismaîl Hemo, Bêrîvan Hiso jî revand, lê piştî çend saetan berdan. Heta niha çarenûsa Hemo ne diyar e.





