HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirkî ya dagîrker li herêma Heftenînê daxuyaniyek da. Herwiha li dijî şerê psîkolojîk yê dewleta tirkî ya dagîrker bang li Kurdistaniyan kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftenînê bi çalakiyeke taybet 6 dagîrker hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû.
Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1’ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin.
Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermanê li gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.





