Pêncşema borî polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa tirkî ya dagîrker li rojava û başûrê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn. Ev cara yekê ye ku ji destpêka dewriyeyên hevbeş ve, dewriye bi kûrayiya 10 km. pêk tê.
ya hevbeş ji gundê Şêrk yê li rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di gundên rojava û başûrê navçeyê Delîk, Melik, Bîr Kinês, Dehir El-Ereb û gundê Kesra yê girêdayî navçeya Zirganê re derbas bû.
Di vegerê de, dewriye di gundê Torat, Şefqet, Abas, Telik, Kerkend, Berikê û Berkevirê re geriya. Pişt re berê xwe da gundê Yarimcê yê 10 km. li başûrê navçeya Dirbêsiyê ku li ser riya Hesekê-Dirbêsiyê ye. Pişt re di gundê Til Kember, Xenamiyê, Til Kidêş û Qermane re derbas bû.
Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat. Panzêrên artêşa tirkî ya dagîrker pişt re di deriyê Şêrk yê sînor re vegeriya nava xaka Tirkiyê û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregeha xwe ya li Qamişlo.
Ev dewriyeya 33yan e ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa tirkî ya dagîrker li gundên navçeya Dirbêsiyê pêk tînin.





