Li kampa Holê penaberekî iraqî ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dayîn ANHA, penaberê Iraqî Raid Rîan Ebdulqadir (36) ji aliyê kesên nenas ve hatiye gulebarankirin û jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyan diyar kir ku piştî bûyerê hêzên ewlekariya kampê ketine tevgerê û lêpirsîn dane destpêkirin.





