QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hin kesên ku hewldana dikirin û erkê xwe ji berjewendiyên xwe re bi kar dianîn, girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê girêdayî mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hin kesên di nava QSD û Asayişê de ku di xebata xizmetgûzariyê de cihê xwe digirin, hewl dan diziyê bikin û erkê xwe ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar bînin. Komîteyên me yên şopandinê ew kes girtine.”





