Ciwanên Partiya Sûriya Paşrojê yên herêma Dêrezorê kongreya xwe li dar xistin û meclisa xwe ava kirin.
Kongre bi durişma “Bi têkoşîna yekîtiya gelan… ji bo Sûriyeke azad….emê teqez bi ser bikevin” û beşdariya 50 delege û gelek mêvanan li herêma Kisra ya rojavayê Dêrezorê hat lidarxistin.
Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Paşrojê ya Dêrezorê Mihemed El Receb rewşa siyasî nirxand. El Receb behsa nakokiya di navbera aliyên li Sûriyê de kir ku hedef jê derxistina tevgera siyasî ji cewherê wê ye.
El Receb wiha got: “Komên terorîst yên beşdarî wêrankirina welat bûyîn, bi piştgiriya dewleta tirkî derbasî Sûriyê bûne. Her wiha parçebûna opozîsyonê li gorî ajandeyên herêmî û navneteweyî bû sedem ku çareseriya li sûriyê girantir be.”
Di dawiya civînê de, Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriya Paşrojê ji 21 endaman hat hilbijartin.
Sefaa Ehmed bû seroka Meclisa Ciwanan ya herêma Dêrezorê û Lorens Ereb bû cîgirê meclisê.





