Mamosteyên zimanê kurdî daxwaziya ENKS`ê ya perwerdeya bi meteryalên hikumeta Şamê li bakur û rojhilatê Sûriyê rexne kirin û gotin ev daxwazî dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd.FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Mamoste Zozan Bîlal daxwaziya ENKS`ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê dayîkê şermezar kir û got, “Zimanê me bingehê hebûna me ye û em daxwaziya ENKS`ê ya rakirina meteryalên zimanê kurdî napejirînin. Emê perwerdekirina xwendekaran bi zimanê kurdî bidomînin.”
Zozan da zanîn ku şoreşa Rojava bi saya şehîdan, gelek destkeftî bi dest xistine. Yek ji wan destkeftiyan jî fêrkirina zarokan li ser meteryalên bi zimanê kurdî ye, ji ber wê dev ji xeyalên şehîdan bernadin.
Li aliyekî din jî mamoste Nezîra Reşîd destnîşan kir ku daxwaza ENKS`ê xizmeta dijminên gelê Kurd dike û wiha berdewam kir: “Fêrbûna bi zimanê dayikê ji gelê Kurd re xewnek bû. Lewma weke mamoste em ê fêrkirina zarokan bi zimanê Kurdî berdewam bikin.”
Herwiha mamoste Bêrîvan Receb daxwaza ENKS`ê ya betalkirina fêrbûna bi zimanê Kurdî red kir û got, “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû gelan e.”





