Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad TJA Ayşe Gokkan di jiyana xwe de 83 caran ji aliyê dewleta tirkî ve hatiye destgîrkirin û ji gelek mijaran doz lê hatine vekirin.
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 30’ê Cotmehê tevî 13 kesan li Amedê hat destgîrkirin. Di dosyayên wan de biryara veşartinê hatibû dayîn, lê li gorî agahiyên hatîn girtin di çarçoveya lêpirsîna sala 2014’an li Mêrdînê hatî vekirin de hatine destgîrkirin. Ayşe Gokan tevî 13 kesan heman rojê birin Mêrdînê û dozger derheqê wan de heta roja Duşemê biryara destgîrkirinê da.
Ayşe Gokkan dema li Nisebînê şaredar bû têkildarî wê pêvajoyê bi qasî 200 dosyeyên lêpirsînê hatibûn vekirin. Ango ji derveyî wê di navbera 5 salan de bi hinceta “Endamtiya Rêxistinê” li bajarên cuda 5 dozên cuda derbarê wê de hatine vekirin. Bi vê girtinê re Ayşe Gokkan bi giştî 83 car in tê girtin.
Parêzerê Ayşe Gokkan Muharrem Şahîn di axaftinên xwe de got ev pêvajo bi awayek hiqûqî nayê meşandin û wiha dewam kir: “Heman mirov di heman demê de li bajarên cuda çawa endamtiya rêxistinê dike. Dozên bi vê behaneyê li Mêrdîn, Dîlok û Amedê hatîn vekirin ji aliyê serdozger ve jî watedar nehat. Ji ber wê li ser hev hatin komkirin. Em bawer dikin vê dosyaya dawî jî li ser wan were zêdekirin. Ev nayê qebûl kirin. Li Nisêbînê jî bi sedan dosyayên wê hene.”





