Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê diyar kir ku dewleta tirkî 300 çeteyên ji Sûriyê derbasî Azerbeycanê kirine.
SOHR’ê diyar kir ku xebata veguhastina çeteyên ji Sûriyê dewam dike. Herwiha jimara çeteyên sûrî yên derbasî Azerbeycanê bûyîn da li Qerebaxê li dijî Ermanan şer bikin, gihîştiye 2 hezar 350î. Ji nava wan 320 çete vegeriyane.
Li gorî SOHR’ê ji dawiya meha Îlonê ve zêdetirî 217 çeteyên dewleta tirkî di şerê Qerebaxê de hatine kuştin. Ji wan termên 138 kesî derbasî Sûriyê bûne, yên din hê li Azerbeycanê ne.





